Li parêzgehên kurdan ên rojhilat û başûrê rojhilatê Tirkiyê, berf û bagerê riyên zêdetir ji 1500 gundan girtiye û barîna berfê hîn jî berdewam e.
Li gorî rapora ajansa Anatoliyê, Ji ber berfê li Erziromê rêya 221 taxan hatiye girtin.
Hewaya sar li ser jiyana rojane ya bajarê Erzirom, Erdexan û Agiriyê tesîra xwe ya neyînî didomîne.
Li Wan, Hekarî, Mûş û Bidlîsê ji ber barîna zêde ya berfê rêya 316 gund û mezreyan hat girtin.
Serkonsûlê Îranê li Erzerûmê got: Nûçeya qedexetiya derbasbûna kamiyonên îranî bo Tirkiyê tam sexte ye.
Serokomerê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan derbarê "Pêvajoya Çareseriyê" de got, “Di dawiya pêvajoyê de, me dît ku armanca rêxistinên terorê û aliyên siyasî ên girêdayê wan ne lêgerîna mafan e, lê pêkanîna ajandaya wan a tarî ye.”
Li Olura navçeya Erziromê bizinkoviyên nêçîra wan qedexe ye û di bin parastinê da ne ji bo çêreyê bibînin hinekî daketin taxê û dîmenên wan hatin kişandin.
Li navçeya Yakûtliye ya girêdayî navenda Erzeromê ku nîva nifûsa wê kurd in, şaredariya AKP’ê afîşên bi 9 zimanî ku li ser “Ji kerema xwe re rûpoşên xwe bin ber rûyê xwe” bi tevahiya bîlbordên îlanê yên bajêr ve kirin. Lê şaredariyê nifûsa kurd li ber çavan negirt û cih neda zimanê kurdî.
Hunermend Hozan Bengî di sala 2016'an de di Newrozê de bi kurdî stran gotibûn. Doz lê vekirin, ceza lê birîn û duh ew tewqîf kirin.