Piştî şeş salan şerê li dijî Yemenê, wezîrê karên derve yê Erebistanê îdîa kir ku Riyazê însiyatîvek (destpêşxeriyek) pratîk amade kiriye da ku şer biqede.
Serokwezîrê Rejîma Îsraîlê got ku wî ji tirsa êrişên mûşek û roketan ên Ensarullah sefera xwe ya Îmaratê betal kiriye.
Endamê Konseya Bilind a Siyasî ya Yemenê got: Bidawîhatina êrîş û dorpêçê dikare bibe sebeba bidawîhatina şêrr.
Tevgera Ensarullaha Yemenê boykotên nû ji aliyê Ameîrkayê va şermezar kirin û ragihand ku ev kiryar li dijî îdiaya Waşîngtonê û meyla wan jibo pêkanîna aştiyê li Yemenê ne.
Tevgera Ensarullah a Yemenê şeva çûyî ragihand ku wan balafirgeha Ebha ya Erebistana Siûdiyê bi firokeyeke bêpîlot kir armanc.
Hêzên Tevgera Ensarullah ya Yemenê û artêşa vî welatî êrîşeke berfireh li ser hêzên Erebistana Siûdî û kirêgirtiyên wê pêkanîn.
Artêş û Komîteyên gelanî yên Yemenê pêşdaçûna xwe li parêzgeha Marebê li bakurê rojhilatê vî welatî didomînin.
Rayedarekî berpirs li Wezareta karên derve ya Amerîkayê ragihand ku dewleta Joe Biden biryara xwe ji bo betalkirina boykota li ser Tevgera Ensarullaha Yemenê ragihandiye Kongreyê.
Endamê Encûmena Bilind a Siyasî ya Yemenê û berdevkê Ensarullah bersiv da îdiayên Amerîkayê ya derbarê rawestandina piştgiriya ji cengê Yemenê û tekez kir ku Yemenî dê bi axaftinên bi vî rengî neyên xapandin.
Tevgera Ensarullaha Yemenê pêşwazî li biryara Îtalyayê ya sekinandina firotina çekan ji hevpeymana Seûdî ya êrişker kir.