Bingeha agahdarî ya Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî ragihand ku hêzên Yekîneya Ewlehiya Firînê ya Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî pilanek revandina balafirek ku ji Ehwazê (başûrê Îranê) ber bi Meşhed (bakûrê rojhilatê Îranê) ve diçû pûç kirin.
Wezareta Îtileatê ya Komara Îslamî ya Îranê hin belgeyên ku derbarê têkiliya rasterast a koma têrorîst a Hereket el-Nîzal bi servîsa îstîxbarata Erebistana Siûdî re in, weşandin.
Serokê Rêxistina vemirandina Agir û xizmetkariyên îmnatî ya şaredariya Ehwazê navenda parêzgeha Xûzistanê diyar kir ku meytên 5 kuştiyan ji ber teqîna gazê ya saet 8:40 ya vê sibehê ji bin awar û kelefan hatin derxistin.
Tîma Fûtsala jinan ya neteweyiya Hefariya Ehwazê piştî dayîna testa koronayê ya lîstikvan û kadroya teknîkî ya vê tîmê û negatîvbûna encama vê testê dikare meşq û rahênana xwe bide despêkirin.