Li parêzgeha Kocaeliyê ya Tirkiyê, 136 koçberên Efxan ku bi awayekî neyasayî derbasî Tirkiyê bûbûn bo Efxanistanê hatin vegerandin.
Ji ber erdheja li başûrê Efxanistanê 255 kes hatin kuştin û 150 kes birîndar bûn.
Hejmara kesên di erdheja Paktîkaya wîlayeta Efxanistanê ya bi lerza 5,9an şev çêbû da mirin gihîşt 1000î.
Li parêzgeha Meletî ya Kurdistana Tirkiyê 277 koçberên Efxan ku li Navenda Vegerandina Koç û Koçberan dihatin ragirtin, bi balafiran bo welatê wan hatin vegerandin.
Li paytexta Efxanîstanê, Kabulê di otobuseke rêwiyan de 6 kes mirin.
221 koçberên Efxan ku bi rêyên derqanûnî derbasî Tirkiyê bûbûn di bin kontrola polîsan de ji balafirgeha Stenbolê hatin şandin bo Efxanistanê.
Sekreterê Konseya Ewlehiya Neteweyî ya Komara Îslamî ya Îranê ji bo beşdariya di çaremîn civîna gotûbêjên ewlehiya navçeyî roja Pêncşemê derbasî Duşenbeya paytexta Tacîkistanê bû.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê bal kişand ser vê yekê: "Em bi rêyên qanûnî mijara dabînkirina ava Îranê ji çemê Helmendê dişopînin da ku ava vî çemê sînorî ku mafê Îranê jê heye dewleta Efxanistan wê qebûl bike û ji riya qanûnî wî dabîn bike."
Wezîrê navxwe yê Koma Talîbanê tekez kir ku hikûmeta Efxanistanê ne tenê wek dijmin li Amerîkayê nanêre, belku li ser danîna peywendiyên baş ligel Waşîngtonê jî difikire.