Nirxê lîreya Tirkiyê li hember dolar daket asta herî nizm. Ev yek krîza debarê li Tirkiyê mezin dike.
Li Tirkiyê piştî ku Banka Navendî rêjeya faîzê (sûda bankî) 1 puan daxist, bilindbûna dolarê Amerîkî li hember lîreyê Tirkî berdewam kitr. Dolar îro li hember lîreyê Tirkî rekoreke nû tomar kir û dolarek gihişt 8.89 lîreyê Tirkî.
Nirxa diravê neteweyî yê Tirkiyê bi biryara çaverênekirî ya banka navendî ya vî welatî jibo kêmkirina sûdê, ketiye kêmtirîn bihaya xwe ya dîrokî.
Li Tirkiyê Dolar di nava salekê de ji sedî 30, Euro jî ji sedî 40 zêde bû.
Rûsiyê bihayê 45 heta 55 dolar a petrolê di berdêla her bermîlê guncan da zanîn.
Serokomarê Tirkiyê bi hukmekî Serokê Banka Navendî ya vî welatî wêda danî.
Lîreyê Tirkiyê roj bi roj li beramberî dolarê Emerîkî nirxê xwe winda dike. Dolar bû 8.30 TL.
Dolarê ku berê wî li jor e 8 TL’yî derbas kir. Eûro jî nêzî asta 9.50’yî bû.
"Ji ber metirsiyên cezayên Amerîkayê yên muhtemel, şerê li herêma Qefqazê, xerabbûna têkiliyên bi YE`yê re û rewşa aborî, nirxê lîreyê Tirk li hemberî dolarê roj bi roj dadikeve."
Welatiyên li Stenbolê dijîn, pirsgirêk, zor û zehmetiyên ji ber krîza aborî dijîn vegotin û polîtîkayên desthilatdariyê yên aboriyê rexne kirin. Welatiyan, gazinên xwe anîn ziman û gotin: “Em di nava çiravê de ne. Em têk çûn.”