Şewata li daristanên parêzgeha Mêrsînê ya li başûrê Tirkiyê ket roja xwe ya çaremîn.
Sûlava Şêr Abadê komsûlaveke pêkhatî ji heft sûlavên biçûk û mezin ji bedewiyên bêhempa yên parêzgeha Gulistanê li bakûrê Îranê ye.
Hişkesalî û çolbûn du nîşaneyên giherîna keşûhewayê ne ku peywendiyeke wan a rasterast ligel hev heye, wate her kîjan ji wan zêde bibe, ya din jî zêde dibe.
Qirrkirin û jinavbirina daristanan wek beşeke operasiyona leşkerî ya artêşa Tirkiyê bi awayekî bêrawestan li navçeyên çiyayî yên Besta, Cûdî, Gabar û Nemazê li Şirnexê didome.
Darên li daristanên Amazonê yên li navçeya Guaviareya Kolombiyayê, ku temenê wan bêhtir ji sed salan e, di dema çend xulekan de bi rêya elektrîkê tên birîn, daku li cihê wan koka bê çandin.
Li Çiyayê Cudî ser bi parêzgeha Şirnexê ya Tirkiyê agir bi daristanê ket. Herwiha agirê daristanên navçeya Bestayê jî nehatiye kontrolkirin
Şewatên daristanan ên li Dersim, Çewlik, Bedlîs û Şirnexê didomin. Li bajarên ku derveyî Çewlikê, mudaxaleya hewayî lê wan nayê kirin, welatî ligel tîmên agirkujiyê bi derfetên xwe hewl didin şewatê vemirînin.
Şewata daristanan ku li Geliyê Mûnzûrê dest pê kir, rexmî mudaxaleya tîmên şaredariyê û niştecihên herêmê jî nayê vemirandin û berbelav dibe.
Hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş derbarê agirê li darîstanên parêzgeha Dêrsimê de ragihand ku şewata daristanan bi zanebûn hatiye destpêkirin û sedema ku nayên vemirandin ne kêmasiya teknîkî ye.
Berdevkê Wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê li pey agirpêketinên berfireh li hin navçeyên Yûnanê, hevxemiya xwe digel dewlet û gelê Yûnanê diyar kir.