Komên girêdayî bi artêşa Tirkiyê li Efrîna dagirkirî zêdetirî sed daran birîn.
Çeteyên koma ‘Rîcal El-Herb’ ên girêdayî bi artêşa Tirkiyê li navçeya Racoya Efrîna dagirkirî zêdetirî 50 darên zeytûnê birîn û êzingên wan birin baregeha xwe ya li navçeyê.
Li gorî çavkaniyên xwecihî, li bajarê Efrînê yê dagirkirî, şênî li dijî saziyên girêdayî dagirkeriya Tirkiyê rabûn. Agahî hene ku avahiya şîrketa kehrebeyê hatiye şewitandin.
Serokkomarê Tirkiyê pêvajoya pêkanîna têkiliyê tev Erebistan û Îmaratê li ser xêra pêwendiyên siyasî û bazirganî yên her du welatan da zanîn.
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn- Sûriyê ragihand ku hikumeta Tirkiyê beşa yekemîn a penaberên sûrî di deriyê sînor ê Girê Spî re derbasî herêmên dagirkirî yên Sûriyê kiriye.
Li navenda Efrînê di navbera çeteyên girêdayî bi dewleta Tirkiyê û niştecihan şerekî dijwar derket
Pêvajoya avakirina komavahiyên niştecîkirina Ereb û Turkmenên hawirde li herêma Efrînê ya bakûrê Sûriyê hatiye berfirehkirin û bilezkirin. Herî dawî komavahiyek ji 250 malên niştecîkirinê li Cindirêsê hatiye avakirin.
Çeteyên “Polîsên Sivîl” ên girêdayî bi dewleta Tirkiyê li navçeya Mabeta ya herêma Efrînê ya dagirkirî kalmêrekî 78 salî revand.
Artêşa Tirkiyê û komên çete yên girêdayî bi wê gundên Nêrebiyê, Zîwan, Til Cîcan û Til Medîq ên kantona Şehbayê topbaran kirin.
Artêşa Tirkiyê û çeteyên girêdayî bi wê gundên Şêx Îsa û Hirbilê yên Şehba û derdora gundên Aqîbê û Bênê yên Şerawayê topbaran kirin.