-
Sûriye - Mezlûm Ebdî û fermandarên QSD'ê serdana Dêrazorê kirin
Tebax 20, 2020 10:46Fermandarê Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk û şandeyek fermandarên QSD'ê bi armanca şopandina rewşa saziyên leşkerî û sivîl serdana Dêrazorê kir. Her wiha serdanvan dê bi armanca nîqaşkirina rewşa herêmê li gel çalakbûna şaneyên DAIŞ û "şaneyên herêmî yên ku hewl didin tevliheviyê li herêmê derbixin" bi saziyên civakî û êlan re bicivin.
-
Li Sûriyê teqîn: Generalekî Rûsî hat kuştin
Tebax 19, 2020 10:45Wezareta Berevaniya Rûsyayê ragihand ku di teqîna li herêma Dêrazorê de generalekî ji artêşa wî welatî canê xwe ji dest da. Mayînek bi karwanê Rûsî de teqiya dema ku ji karekî xêrxwazî vedigeriyan.
-
Amerîka 2200 hêzên HSD'ê ji hêla leşkerî va fêr dike
Tebax 16, 2020 18:05Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê bi armanca parastina bîrên neftê li navçeyên bin sserdestiya Hêzên Sûriya Dêmokratîk (HSD) li Kurdistana Sûriyê, 2200 kesan ji wan ji hêla leşkerî va fêr dike.
-
Hejmara nexweşên Koronavîrusê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê gihaşt 119 nexweşan
Tebax 10, 2020 14:36Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku 18 kesên din bi Koronavîrusê ketine. Bi vê yekê hejmara nexweşan gihaşt 119’an. Desteyê diyar kir ku rewşa 5 nexweşan jî baş bûye.
-
Karwanê çekan ê Hevpeymaniya Navneteweyî ya dijî DAIŞê bo Kurdistana Sûriyê hat şandin
Tebax 06, 2020 11:43Karwanê hilgirê alavên leşkerî û locêstîkî yê Hevpeymaniya Navneteweyî ya dijî DAIŞê derbasî Qamişko, Heseke û Dêrazorê li Kurdistana Sûriyê bû.
-
EL-BEYAN: Li Dêrazorê kuştin zêde bûye
Tebax 03, 2020 12:40Têkildarî mijarê rojnama El-Beyan a Îmaratê nivîsî: "Di vê dawiyê de kuştin û gefên terorîstên DAIŞ’ê li parêzgeha Dêrazorê ya rojhilatê Firatê zêde bûye, her wiha gelek kesayetên civakî yên navdar hatin kuştin."
-
Pêngava Tunekirina Terorê bi serkeftî didome
Tîrmeh 20, 2020 15:37Hêzên komando yên QSD’ê di operasyonekê de li bajarokê Zîban ê rojhilatê bajarê Dêrazorê, hindek endamên şaneyên çeteyên DAIŞ`ê girtin û gelek amûrên teknîk desteser kirin.
-
QSD: "Di roja 3'an a pêngavê de 6 çete hatin girtin"
Tîrmeh 19, 2020 21:08QSD'ê di roja 3'yemîn a qonaxa duyemîn a Pêngava Tunekirina Terorê de 6 endamên şaneyên DAIŞ'ê girtin û rêjeyek çek û madeyên teqemeniyê desteser kirin.