Li dinyayê hejmara kesên bi vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) ketin ji 28 milyon û 683 hezarî derbas bû.
Li Sûriyê pêketina 60 kesan bi vîrûsa koronayê (Covid-19) û mirina 3 kesan bi vê vîrûsê hat ragihandin.
Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 45 kesên din bi vîrusa koronayê ketine û 9 kesên pê ketibûn, baş bûne.
Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi tûşbûna derdora 395 hezar û 448 kesî li Îranê bi Vîrûsa Koronayê ragihand ku heta niha 340 hezar û 842 kes ji tûşbûyiyan baş bûne.
Ji ber Vîrûsa Koronayê ya nû (Kovîd-19) di rojekê da li Hindistanê 1201, li Brezîlyayê 1075, li Meksîkayê jî 611 kes mirin.
Li tevahiya dinyayê jimara pêketiyên şewba Vîrûsa Koronayê ya nû (Kovîd-19) ji 28 milyonî derbas bû.
Li gor amarên fermî di rojekê de 545 kes bi vîrusa Koronayê ketin û herwiha 19 kes bi wê vîrusê mirin.
Li Almanyayê, Prof. Dr. Ugur Şahin, Serokê Kompaniya Biontech ragihand; bi hevkariya Kompaniya Pfîzer a Amerîkî, dermanê li dijî vîrûsa koronayê (Covid-19) çêkirine.
Rusyayê gotibû me derziya Vîrûsa koronayê çêkirine, niha jî ragihand ku beşa pêşî ya ji derziyan hat belavkirin.
Desteya Tenduristî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku 15 kesên din li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi koronayê ketine û 14 kesên ku berê bi koronayê bûn, baş bûn.