Emmar Bin Cami' Balyozê welatê El Cezayîrê li NY'yê daxwaza cihanîna Biryarnameya Konseya Ewlehiyê ji bo agirbesa li Xezzeyê kir.
Emmar Bin Came, balyoz û nûnerê Cezayirê li NY bi şermezarkirina êrişa Israîlê ser dibistana Tabirînê daxwaza cihanîna biryarnama Konseya Ewlehiyê ya NY jibo pêkanîna agirbesê li Xezeyê kir.
Nûnerê Cezayirê li NY kiriyara Rejîma Siyonîst di cezakirina komî ya xelkê Zîvala Xezeyê wek cinayeta cengê wesif kir û got: Divê ev rejîm berpirsiyariya êş û karesatên hovane yên ku li vê navçê pêk aniye qebûl bike.
Konseya Ewlehiyê ya NY duh li Newyorkê civînek ser daxwaza Cezayirê bona lêkolîna ser kuştina xelkê Refehê ji aliyê Rejîma Îsraîlê bi rê xist.
Medyaya Rûsî ragihand ku Cezayîrê daxwaza lidarxsitina civîna Konseya ewlehiyê ya NY derbarê peydakirina gornên komî li Xezeyê kiriye.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Têkiliyên bi Afrîqayê re bi giştî û peywendiyên bi welatên Îslamî li Afrîqayê bi şikleke taybet di siyaseta me ya derve de cihekî gelek giring heye.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê piştî 14 salan dê serdana Cezayîrê li parzemîna Afrîqayê bike.
Beşa taybet a danasîna Îranê bi sernavê "Îran, welatê şaristanî û Înqilabê" li hejmara nû ya Kovara zarok û nûciwanan a "Xemîze"yê ya Cezayîrê hat belavkirin.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê peywendiyên Îran û Cezayirê wek peywendiyên du welatên dost, birader û misilman dan zanîn ku dikarin di warên curbicur ji wan di warên aborî û ticarî de bên berfirehkirin.