Veqetîna Îngiltereyê ya ji Yekîtiya Ewropayê di saet 23.00an da bi lêdana zinga Bîg Benê va dan bihîstîn. Ji ber tevdîrên Kovîd-19ê tu merasimek nehat kirin.
Piştî nêzî 50 salan ji endamtiya Yekîtiya Ewrupayê, peymana “Brexit” pêk hat û Brîtanya ji Yekitiya Ewrupayê bi fermî derket.
Parlemanta Brîtanyayê bi piraniya dengan rêkeftina Brexitê pesend kir. Ev jî piştî wê hat ku serokên Yekîtiya Ewropa bi fermî rêkeftinnameya bazirganî ya bo qonaxa piştî Brexitê li gel wî welatî îmze kiribû.