Balafirên şer ên Rûsyayê asta bomberbarana herêmên ku terorîst tê de ne, li gel topbarana bejahî ji hêla hêzên hikumeta Şamê ve li dijî herêmên Kensafra, Sifuhin, Fetîra, Filêfil û Bîtîn li başûrê gundewarê Idlibê zêde kir.
Hevseroka DBP'ê wek berteka li hemberî bombebarana beşeka daristanên Dêrsimê ji aliyê helîkopterên artêşa Tirkiyê va, ev kiryar dewama hişmendiya DAIŞê bi nav kir.
Wezareta Karê Derve ya Fransayê bi daxuyaniyekê ragihand ku Fransa bombebarana dewleta Tirkiyê a li ser parêzgeha Hewlêrê ya Herêma Kurdistanê şermezar dike ku di encamê de fermandarên artêşa Iraqê hatibûn kuştin û bi "Pêşketineke xeter" bi nav kir.
Parlamentoya Iraqê bang li Konseya Ewlekariyê ya NY'yê kir ku bi lez destwerdanê bike û sînorekî ji binpêkirinên domdar ên Tirkiyê re deyne.