Tora nûçeyan a El-Sumaria ragihand ku 2 bombe li nêzî baregeha navenda îstixbarat û ewlehiya Iraqê li Bexdayê teqiyan.
Li herêma Beledweyne ya Somalî, êrîşeke bi bombeyî ji aliyê çekdarên rêxistina Eş-Şebab ve pêk hat û di encama êrîşê de 15 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Navenda Ragihandina Ewlehiyê ya Iraqê qala girtina terorîstê sebebkarê teqîna erebeya bombebarkirî li bajaroka Sedr a Bexdayê kir.
Li Somaliyê di mala ku rêxistina terorîst a Eş-Şebabê bombe lê çêdikir de teqîn pêkhat ku di encamê de herî kêm 60 endamên wê rêxistinê mirin.
Çavkaniyên iraqî qala teqîna bombeyeka kêleka cadeyê li Dîwaniyeya başûrê vî welatî û candan û birîndarbûna sê kesan kir.
Televîziyona Sûriyê qala hatina dengê teqînê li parêzgeha Quneytereya başûrê vî welatî kir.
Kesên nenas li nêzî rawestgeha sotemeniyê ya li taxa Kornîş a bajarê Qamişloyê bombeyeke destan avêtin. Di encamê de ziyanên madî çêbûn.
Teqîneke terorîstî careke din Kabula paytexta Efganistanê hejand
Firokeyeke Tirkiyê îro zozanên gundê Gundejor li sînorê bajarokê Hacî Omeran a ser bi parêzgeha Hewlêrê ya Herêma Kurdistanê bombebaran kir.
Li gundekî nêzîk qezaya Til Eferê bombek li ser riya karwana hêzên artêşa Iraqê teqiya û di encamê de efserekî pilebilind û 7 serbazên Iraqî û sivîlek hatine kuştin û çend kes jî birîndar bûne.