Rejîma Siyonîstî êrişî ser Zahiya Beyrûtê kir, ku ajansa Reutersê dibêje, ji êrişa ku bû sedema şehîdbûna Seyîd Hesen Nesrullah mezintir bû.
Hizbullaha Libnanê ragihand ku têkoşerên Berxwedana Islamî bi mûşekan êrişî 3 bajarokên sîyonîstnişîn kirin.
Seyid Hesen Nesrullah Sekreterê Giştî yê Tevgera Hizbullaha Libnanê êvara Îniyê, 27ê Îlona 2024an, di encama êrîşa honave ya Rejîma Siyonîst ser Navenda Fermandetiyê ya Hizbullahê li Zahiyeya Başûr a Beyrûtê da şehîd bû.
Seyd Hesen Nesrullah, sekreterê giştî yê Hizbullaha Lubnanê, piştî çend dehekan şop û bandora berçav li berxwedana Îslamî ya Lubnanê, di encama êrişa Rejîma terorîstî ya Siyonîst ser Zahiya başûrî ya Beyrûtê şehîd bû.
Komên berxwedanê yên Filistînê êrîşên dagirkeran ên hovane ser Zahiya Beyrûtê şermezar kirin û ragehandin ku siyonîst tu carî nagihîjin armancên xwe û dê bi zûtî berdêla cinayetên xwe yên li Xeze û Lubnanê bidin.
Wezîrê Tendirustiyê yê Lubnanê liamarên xwe yên herî dawî de, hejmara birîndarên cinayeta roja sêşemiyê ya Rejîma Siyonîst li nexweşxaneyên Lubnanê 3 hezar kes ragihand ûji welatên Îran, Iraq û Misrê jî destxweşî kir ku alîkariya Lubnanê kirine.
Çavkaniyên lubnanî ragehandin ku derdora balyozxaneya Amerîkayê li Beyrûtê gulle hatine avêtin.
Elî Baqirî Sergêrê Wezareta Karên Derve ya Îranê di press-konferansa digel Wezîrê Karên Derve yê Libnanê da got, "Berxwedana Îslamî li Libnanê lengergeha istiqrar û aramiyê li navçeyê ye."
Li civîna El-Benyan El- Mersûs li bajarê Bêyrûtê pêgirî kirin ku komên berxwedana Filistînê operasyona bahoza Eqsayê jibo alîkariya li mizgevta El-Eqsayê û nirxên pîrozên din ên îslamî û mesîhî û wek berteka li himber cinayetên Rejîma Siyonîst cih anîne.