Ayetulla Seyid Elî Sîstanî merceyê bilind ê şîeyan li Iraqê bi daxuyaniyekê daxwaza alîkariya bo gelê Libnanê kir.
Fermandarê gişt ê Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî got: Emê miletê Libnanê di rewşa dijwar da bi tenê nehêlin.
Li pey bûyera roja Sêşemiyê li Beyrûtê, Şêwirmendê Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî di warê navneteweyî da destnîşan kir: Îran dê li kêleka gel û dewleta Libnanê be.
Hezretê ayetullah Xamineyî li pey bûyera teqînê li bendergeha Beyrûtê hevxemiya xwe digel gelê Libnanê diyar kir.
Rojnameya erebî ya El-Erebê nivîsî: "Li Beyrûtê rojeke bixwîn û ji Cîhanê piştgirî"
Serokwezîrê Ermenistanê, Nîkol Paşîniyan got: Em li kêleka welatê birayê me, Libnanê ne.
Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron wê sibehê serdana herêma teqînê ya Beyrûtê bike.
Çqavkaniyên agahdar li Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) ragihandin ku ti şahidî û belgeyek tine ku ji me re nîşan bide teqînên bi xof ên li Beyrûta paytexta Lubnanê di encama êrişê bibe.
Li paytexta Lubnanê bajarê Beyrutê du teqinên mezin çêbûn û li gor agahiyan di encama teqînan de bi dehan kesan canê xwe ji dest dane û zêdeyî 3 hezar kesan jî birîndar bûn.
Medyayan Sêşemiyê bi şev qala candana herîkêm 10 kesan di teqîna îro Sêşemiyê ya Beyrûta paytexta Libnanê kirin.