Bi diruşma "Bi têkoşîna yekitiya gelan ji bo Sûriyê em ê teqez bi ser kevin", Meclisa Ciwanan a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ya herêma Reqayê konferasa xwe ya yekemîn li dar xist.
"Tevgera Ciwanên Şoreşger" a Sûriyê şaxê navçeya Eyn Îsayê, bi beşdarbûna 6 tîman turnuveyek bi rêxistin kir.
Îlham Ehmed di peyamekê da ji helwêsta Wezîra karên derve ya Swêdê li hemberî Tirkiyê û hilêxistina derketina vî welatî ji bakurê Sûriyê sipasî kir.
Mîhrîcana 4'emîn a Osman Sebrî ya Wêjeyî li ser dika navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo dest pê kir.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê sûcên ku beriya 10`ê vê Cotmehê pêk hatine, efû kirin.
Fermandarê giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî destnîşan kir ku krîza li Sûriyê bi tenê dikare bi rêyên siyasî were çareserkirin û got “Bêyî Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne mimkun e ku li Sûriyê çareserî çêbe. Projeya ji nû ve avabûna Sûriyê bêyî me ne mimkun e.”
Desteya Tenduristiyê ya "Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê" ragihand ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 24 saetên dawîn de 110 kesên din bi vîrusa Koronayê (Covid-19) ketine û 3 nexweş jî mirine.
Îlham Ehmed got ku MSD'ê ji diyaloga bi hemû aliyan re vekirî ye. Diyaloga kurdî-kurdî dê rê li ber çareseriya siyasî û diyaloga Sûrî ya hundirîn veke.
Li gorî daxwaza "Meclisa Edaleta Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê" ya avakirina dadgeheke navneteweyî ya darizandina çeteyên DAIŞ’ê yên biyanî, 900 çeteyên DAIŞ’ê ji Sûriyê li pêş Dadgeha Parastina Gel tên darizandin.
Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku kesekî din bi koronayê jiyana xwe ji dest da.