Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 113 kesên din bi koronayê ketin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i320513-li_bakur_û_rojhilatê_sûriyê_113_kesên_din_bi_koronayê_ketin
Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku 113 kesên din bi koronayê ketine û 3 kes ji ber koronayê mirine.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 18, 2020 04:45 Asia/Tehran
  • Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 113 kesên din bi koronayê ketin

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku 113 kesên din bi koronayê ketine û 3 kes ji ber koronayê mirine.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Hawar Newsê (ANHA), Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa diyar kir ku kesên bi koronayê mirine mêrek ji Dêrikê  ye û yên din ji Amûdê û Girkê Legê ne.

Mistefa diyar kir ku 113 kesên din bi koronayê ketine ji wan 59 mêr in û 54 jin in û li van herêman in:

Hesekê: 3

Qamişlo: 4

Dêrik: 1

Girkê Legê: 1

Rimêlan: 1

Amûdê: 2

Reqa: 38

Kobanê: 26

Minbic:23

Tebqa:14

Mistefa destnîşan kir ku 3 kesên ku berê bi koronayê ketine baş bûne.

Hejmara pêketiyên koronayê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê gihaşt 2 hezar û 852 kesan, ji wan 93 kesan jiyana xwe ji dest daye û 623 kes jî baş bûne.