Ciwanên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ya Reqayê konferansa xwe li dar xist
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i320512-ciwanên_partiya_pêşerojê_ya_sûriyê_ya_reqayê_konferansa_xwe_li_dar_xist
Bi diruşma "Bi têkoşîna yekitiya gelan ji bo Sûriyê em ê teqez bi ser kevin", Meclisa Ciwanan a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ya herêma Reqayê konferasa xwe ya yekemîn li dar xist.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 18, 2020 04:45 Asia/Tehran
  • Ciwanên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ya Reqayê konferansa xwe li dar xist

Bi diruşma "Bi têkoşîna yekitiya gelan ji bo Sûriyê em ê teqez bi ser kevin", Meclisa Ciwanan a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ya herêma Reqayê konferasa xwe ya yekemîn li dar xist.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Hawar Newsê (ANHA), Meclisa Ciwanan a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ya herêma Reqayê konferansa xwe ya yekemîn li Hola Tac a li dar xist. Di konferansê de bi dehan ciwanên ji Reqa, endamên ji Meclisa Ciwanan a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê, Sekreterê Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Sîham Dawûd, endamên "Meclisa Malbatên Şehîdan",

nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, endamên rêveber û endamên Mala Jinan a Reqayê, fermandarên Meclisa Leşkerî ya Reqayê amade bûn.