-
Artêşa Tirkiyê hin navçeyên Şehba û Şerayê li bakûrê Sûriyê topbaran kirin
Çirî 18, 2022 07:02Artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên girêdayî bi wê gundê Hirbil ê herêma Şehbayê topbaran kirin.
-
Kampa fêrkirinê ya terorîstan li bakûrê rojavayê Helebê bi tamî hat kavilkirin
Çirî 17, 2022 09:27Alîkarê Serokê Navenda Hevahengiya Rûsiyê li Sûriyê ragihand: Hêza asimanî ya Rûsiyê bi pêkanîna êrîşa asimanî di çend caran da, kampa fêrkirinê ya terorîstan li bakûrê rojavayê Helebê da ber êrîşê û ew bi tamî kavil kir.
-
Artêşa Tirkiyê hin navçeyên Til Rifet, Şehba û Eyn Îsayê topbaran kirin
Çirî 14, 2022 08:05Artêşa Tirkiyê û komên girêdayî bi wê bi dijwarî navçeya Til Rifet û gundê Bêlûniyê û Şêx Îsa yên herêma Şehbayê topbaran kirin. Heta niha zêdetirî 180 top li herêmê ketine.
-
Mîhrîcana Osman Sebrî ya Wêjeyê ya şeşem duh bi dawî bû
Çirî 14, 2022 07:56Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê û Dîwana Wêje ya Bakur û Rojhilatê Sûriye Mîhrîcana 6'mîn a Osman Sebrî orgenîz kir. Ev mihrîcan roja Pêncşemiyê bi dayîna xelatan dawî bû.
-
Helbestvanên Herêma Cizîrê ya bakûrê Sûriyê bajarên dagirkirî bi bîranîn
Çirî 13, 2022 07:15Bi boneya 3'yemîn salvegera dagirkirina bajarê Serêkaniyê û Girê Spî, Yekitiya nivîskarên Kurd a Sûriyê û Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê ji bo ku silavkirina berxwedana gelê Serêkaniyê û Girê Spî şevbuhêrkeke helbestan li baxçeyê Osman Sebrî yê Xwendinê li dar xist.
-
Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê li ser dewama êrîşa vî welatî ser Sûriyê tekez kir
Çirî 10, 2022 04:36Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê bi weşandina peyamekê bi boneya salvegera sêyem a destpêbûna operasiyona bi navê 'Kaniya Aştiyê' li bakûrê Sûriyê, li ser dewama êrîşa ser navçeyên Sûriyê bi behaneya şerê dijî komên terorîstî tekez kir.
-
Rapor - "DAIŞ xwe li Serêkaniyê û Girê Sipiyê birêxistin dike"
Çirî 09, 2022 07:19Rêvebera Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê li bakûrê Sûriyê, Evîn Cûma diyar kir ku li bajarên Serêkaniyê û Girê Spî ku 3 sal berê ji aliyê Tirkiyeyê ve hatibûn dagirkirin, mirov nikare behsa ewlehiyê bike û wiha got: "DAIŞ'a ku bi pêşengiya kurdan ji aliyê gelan ve hat têkbirin, hewl dide ku li van deverên hatine dagirkirin cardin xwe bihêz bike."
-
HSD'yê çeteyekî DAIŞ`ê li Reqaya bakûrê Sûriyê girt
Çirî 09, 2022 07:06HSD'yê li gundê Hawî El Hewa yê rojavayê Reqayê çeteyekî DAIŞ`ê girt. Her wiha HSD'yê destnîşan kir ku dê erkên wan ji bo sepandina ewlehiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam bikin.
-
Rapor - Ji ber girtina ava Firatê zirarek mezin li çandina pembû li Reqa û Dêrazorê ketiye
Çirî 06, 2022 07:20Cotkarên pembû yên Reqa û rojhilatê Dêrazorê diyar kirin ku ji ber qutkirina ava Firatê ji aliyê Tirkiyê ve berhema îsal a pembûyê pir kêm e ku lêçûna çandina wê jî dernaxe.
-
Artêşa Tirkiyê navçeya Zirgan û rojhlolatê wê li bakûrê Sûriyê topbaran kirin
Çirî 05, 2022 09:15Navçeya Zirgan û rojhilatê wê li bakûrê Sûriyê ji aliyê Artêşa Tirkiyê ve hatin topbarankirin.