Kampa fêrkirinê ya terorîstan li bakûrê rojavayê Helebê bi tamî hat kavilkirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i337105-kampa_fêrkirinê_ya_terorîstan_li_bakûrê_rojavayê_helebê_bi_tamî_hat_kavilkirin
Alîkarê Serokê Navenda Hevahengiya Rûsiyê li Sûriyê ragihand: Hêza asimanî ya Rûsiyê bi pêkanîna êrîşa asimanî di çend caran da, kampa fêrkirinê ya terorîstan li bakûrê rojavayê Helebê da ber êrîşê û ew bi tamî kavil kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 17, 2022 09:27 Asia/Tehran
  •  Kampa fêrkirinê ya terorîstan li bakûrê rojavayê Helebê bi tamî hat kavilkirin

Alîkarê Serokê Navenda Hevahengiya Rûsiyê li Sûriyê ragihand: Hêza asimanî ya Rûsiyê bi pêkanîna êrîşa asimanî di çend caran da, kampa fêrkirinê ya terorîstan li bakûrê rojavayê Helebê da ber êrîşê û ew bi tamî kavil kir.

Oleg Egorov, Alîkarê Serokê Navenda Hevahengiya Rûsiyê li Sûriyê got: Pevçûna navbera komên terorîst li du navçeyên Efrîn û E'zazê ji bo bidestxistina kontrola van navçeyan didome.

Egorov her wiha got: Hêza simanî ya Rûsiyê bi mebesta têkoşîna li dijî komên terorîstî êrîşên asimanî li ser kampa fêrkirinê ya terorîstan û navenda wan a fermandetiyê li derdora du bajarokên Qetme û E'zazê li derdora Helebê pêk anîn ku di encamê da bi dehan terorîst hatin kuştin an birîndar bûn.

Egorov got: Di encama van êrîşan da navenda fermandetiyê û depoyên çek û cebilxaneyan û biryargeha kampê ku têda 15 erebeyên leşkerî yên bi reşaşeyên giran û sekûyên mûşekan hatin kavilkirin.

Di rojên vê dawiyê da komên terorîstî ya Tehrîr El-Şamê kariye kontrola bajarê Efrînê û çend gundên derdora wî ji destê koma bi navê Tîpa Sêyem bistîne.