Li Minbicê êrişa dewleta Tirkiyê ya li ser gundekî hate têkbirin. Li Zirganê jî di bombardûmanê de zarokek birîndar bû. Li Til Temirê bombe li 8 gundan hatin barandin.
Artêşa Tirkiyê û grupên çete yên ser bi Tirkiyê ve êvara Înê navenda bajarokê Zirganê û gundewarên bajarê Til Temirê topbaran kir.
Qaymeqamê Mexmûrê ji Rûdawê re ragihand Kampa Mexmûrê hat bombebarankirin ku di encama vê êrişê de 2 kesan canê xwe ji dest dan.
Artêşa Tirkiyê gundên Semuqa, Til Medîq û bendava Şehba yên herêma Şehbayê bi dijwarî topbaran kirin.
Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku artêşa Tirkiyê ya dagirker gundê El-Mihsinlî yê Minbicê topbaran dike.
Qirrkirin û jinavbirina daristanan wek beşeke operasiyona leşkerî ya artêşa Tirkiyê bi awayekî bêrawestan li navçeyên çiyayî yên Besta, Cûdî, Gabar û Nemazê li Şirnexê didome.
Artêşa Tirkiyê û komên girêdayî bi wê ji baregehên xwe yên li herêmên dagirkirî, bi dijwarî gundê Şêx Îsa yê navçeya Til Rifetê ya kantona Şehbayê topbaran kir.
Firokeyên bê firokevan ên artêşa Tirkiyê îro Çarşemê li herdu herêmên Kobanî û Şehbayê yên di bin desthilata Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de çend êriş pêk anîn.
Artêşa Tirkiyê û komên çete yên girêdayî bi wê gundên Nêrebiyê, Zîwan, Til Cîcan û Til Medîq ên kantona Şehbayê topbaran kirin.
Artêşa Tirkiyê û çeteyên girêdayî bi wê gundên Şêx Îsa û Hirbilê yên Şehba û derdora gundên Aqîbê û Bênê yên Şerawayê topbaran kirin.