Dewleta Tirkiyê ya dagirker duh bi şev bi dijwarî gundên navçeya Şêrawa û kantona Şehbayê topbaran kirin.
Wezareta Berevaniya Tirkiyê ragihand, di encama operasyoneke leşkerî ya li dijî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de li parêzgeha Duhokê ya Herêma Kurdistanê de, 2 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin.
Şervanên jin ên PKKê ku pêra YJA-Star dibêjin dibêjin li dijî komeke girêdayî artêşa Tirkiyê li Werxelê ya Avaşînê operasiyonek li dar xist. Di encama vê operasiyonê de 8 leşkerên Tirkiyê kuştin û 2 leşker jî birîndar Kirin. Ji aliyê din ve hêzên din ên PKKê ku navê HPG lê kirine dibêjin ku wan jî 20 leşker kuştine.
Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê ya ser bi PDKê ragihand ku wan dest bi ser hejmareke zêde ya madeyên teqemenî û serbazî de girtine ku mûşekên dijîtank û TNT di nav de bûne û “PKK xwestiye wan li şerê dijî artêşa Tirkiyê li Herêma Kurdistanê bi kar bîne.”
Di êrişên Dewleta Tirkiyê û komên çete yên girêdayî bi wê yên ji Cotmeha 2019'an û vir de yên li Eyn Îsa û Girê Spî de 60 welatî şehîd û birîndar bûn.
Baregeha leşkerî ya Iraqê ya bi navê Zelîkanê li Başîqeyê li rojhilatê Mûsilê kete ber êrîşa bi roketan.
Hêzên PKKê ragihand ku duh li devera Zap û Avaşîn 29 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin û 10 jî birîndar bûne. Ji aliyê din ve Wezareta Berevaniya Tirkiyê jî ragihand ku di encama êrişên wan de 11 şervanên PKKê canê xwe ji dest dane.
Wezareta Berevaniya Tirkiyê ragihand ku li herêma operasyona Pence-Kilîd û li xeta sînorê Metîna-Zap-Avaşînê efserekî wan hatiye kuştin. Li aliyê din PKKê da zanîn ku di şerê li Avaşînê de 12 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin.
Wezareta karên derve ya Iraqê bi tundî êrişa artêşa Tirkiyê li bakurê Iraqê şermezar kir û ew kiryar binpêkirina serweriya Iraqê û berevajî prensîpa cîrantiya baş û qanûnên navneteweyî bi nav kir.
Piştî destpêkirina êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê vê berbangê, PDK`ê daxuyaniyeke xwe ya li ser medyaya xwe belav kiriye jê bir, ku tê de gotibû tu êriş li herêmên navborî çênabin.