Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Islamî ya Îranê ragihand ku Cîgirên Wezîrên Karên Derve yên Îran, Fransa, Alman û Ingilîsê yê ji bo gotûbêja derbara meseleyên herêmî û navdewletî di roja înî 29`ê Mijdarê da bicivin.
Balyozxana Ûrêstê li Îranê ji ber kiryarên dijî Îranê yên welatên rojavayî yên vê dawîyê li Konseya Hikimdarên Ajansa Navdewletî ya Enerjîya Atomê (IAEA) pêk hatin, rexne kir.
Wezareta Karên Derve û Rêxistina Enerjîya Atomê yên Îranê wek berteka himberî biryarnama narewa ya Konseya Hikimdarên Ajansa Navdewletî ya Enerjîya Atomê (IAEA) ya derbara bernama navokî ya biaştî ya Îranê bertek nîşan dan.
Wekîlê Komara Islamî ya Îranê li Ajansa Navdewletî ya Enerjîya Atomê (IAEA) ku ketîye şarê Vîyenê, biryarnama Konseya Hikimdarên vê ajansê ya dijî Îranê biryarnameyek bi armancên sîyasî zanî ku ji hêla raberker û pesendkerên wê va tên şopandin.
Sê welatên ewropî reşnivîsa biryarnameyekê li Konseya Hikimdarên Ajansa Navnetewî ya Enerjiya Atomê (IAEA) raber kirin ku tê de rexne li Îranê kirine ku çalakîyên xwe yên navokî eşkere nekiriye.
Wezîrê karên derve yê Îranê amajeyî vê yekî kir ku Komara Îslamiya Îranê ji bo muzakireyan amade ye û got: Eger Konseya Hikimdaran a Ajansa Navnetewî ya Enerjiya Atomê dijî Îranê biryarnameyekî bide, em ê karên nû bikin ku bi hetm dê wan kêfxweş nekin.
Ser-rêvebirê Ajansa Navdewletî ya Enerjîya Atomê (IAEA) ku nika li Têhranê ye, di hevdîtina digel Berevk û Cîgirê Serokê Beşa Navdewletî ya Rêxistina Enerjîya Atomê ya Îranê da ev seredana erênî zanî û pêgirî ser nêrîna erênî ya xwe ji bo pêşxistin û berfirekirina hevkarîya wê ajansê digel Îranê kir.
Muhemed Îslamî Serokê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê got, Têkiliyên Îranê bi Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê ra didomin.
Berdevkê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê got ku Komara îslamî ya Îranê di bersiva kiryara siyasî ya neçê ya konseya hikimdarên IAEA ku biryarnameyeke dijî Îranê derxistiye de ragehand ku li himber zextên siyasî em ji mafên xwe nayên xwarê.
Serokê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê amajeyî vê yekê kir ku pîvana Têhranêli ser çalakiyên navokî li lihevkirina navokî qanûna pêngava stratejîk ya meclisa şêwra Îslamî ya Îranê ye.