Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 1007 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine.
Li Hola Otel Ramada ya Silêmaniyê 2'emîn Festîvala Gelawêjê bi tevlîbûna nivîskar, hunermed, wêjevan û siyasetmedaran dest pê kir. Wê festîval 3 rojan berdewam bike.
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê amarên nû yên Koronayê ragihandin.
Çalakiyeke gelek balkêş hat pêkanîn: Ciwanekî kurd roja rojbûna xwe de li ber deriyê zanîngehê 8 hezar heb pirtûk belavî xwendekaran kir. Ev çar sal in ew tiştinên wisa dike.
Endamekî payebilind ê Tevgera Nifşa Nû destnîşan kir ku hejmareke zêde ya hêzên nerastîn di Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê da hatine tomarkirin.
Tevgera Goranê dijayetiya xwe digel girtina berfireh a nerazî û çalakên medenî li bajarê Herêma Kurdistanê, nemaze li parêzgeha Silêmaniyê ragihand.
Îro nerazîtî û xwenîşandan li Herêma Kurdistanê berfireh bûn û li bajarên Helebçe, Çemçemal, Pîre Megrûn, Derbendîxan û Kelarê jî nerazî derketin nav kolanan.
Cîgirê kurd ê serokparlimanê Iraqê dewleta navendî ya vî welatî tawanbar kir ku biryareke ciddî jibo çareserkirina nakokiyan digel Herêma Kurdistanê tune û hokara sereke ya birçîragirtina meaşgirên Herêmê ye.