Li Çiyayê Bestayê ya girêdayî Şirnexê şewata ku 3 meh berê dest pê kiribû, hîn didome û ji ber vê şewatê li 21 herêman bi hezaran dar şewitîn.
Li Çiyayê Gabarê şewata ku qasî 10 roj in bênavber didome, îro belavî herêma Berkever û gundê Cînet bû.
Li bajaroka Dêrgulê dest bi çinîna kunciyê hat kirin. Welatî ji bo tehînê kunciyên xwe hişk dikin.
Li Çiyayê Herimiya ya li başaroka Sêgirkê ya Qilabanê ya ser bi Şirnexê daristan şewitî.
Parlamenterên HDP'ê yên Şirnexê diyar kirin ku esker li herêma Çiyayên Cûdî, Gabar û Bestayê bi zanebûn daristanan dişewitînin û bi vê yekê dixwazin gelê herêmê bidin koçberkirin.
Li Botanê tûrikên ku şivan azoxên xwe dixinê û bêrîvan jî ji bo berhevkirina giyayan bi kar tînin, bi destê jinê bi kedeke mezin tên çêkirin.
Li Çiyayê Gabarê ji ber sedemek nediyar agir bi daristanê ket. Agirê ku 2 roj berê bi daristanê ket didome. Hat diyarkirin ku kes ji bo vemirandinê mudaxile nakin.
Birîna daran a ku li çiyayê Cûdî ji aliyê cerdevanan ve ji bo lêkirina qaleqolan tê, gihîşt berwarê bajarê Şirnexê. Niştecihên herêmê, li dijî bêdengiya ji bo birîna daran a ku her carê li herêmekê pêk tê, bi bertek in.
Şewba vîrûsa koronayê û krîza aborî bandorek neyînî li ser kirîn û firotina cil û bergên herêma Botanê jî kir. Esnafan gotin ji ber karê wan nabe, nikarin kirêyên xwe bidin û herî zêde îsal zirar kirine.