Komek ji siyonîstên bajarokan di bin tedbîrên tund ên ewlehiyê yên hêzên dagîrker ên Rêjîma Siyonîst ji dergehê rojavayî êrişî hewşên Mizgefa Eqsayê kirin.
Di êrîşa îro (şemî) ya hêzên siyonîst ser kempa Cenînê de, 2 filistînî şehîd bûn û 11 kesên din jî birîndar bûn.
Heyva Sor a Filistînê ragihand ku di encama êrîşên rûniştevanên bajarokan û leşkerên Îsraîlê de yên li derdora bajarê Nablusê (bakurê Şerîeya Rojava) de 37 Filistînî birîndar bûne.
Ketîbeyên Cenîn ên girêdayî Seraya El-Quds baskê leşkerî yê tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê ragihandin ku wan xala kontrolê ya artêşa Rejîma Siyonîst li Şerîeya Rojava ya çemê Urdinê gullebaran kirine.
Serokomarê Şîliyê bi piştevaniya ji gelê Filistînê bawernama balyozê Rejîma Siyonîst red kir.
Artêşa Rejîma Îsraîlê ragihand ku balafireke bêpîlot a wê li Şerîeya Rojava ya Çemê Urdunê ketiye xwarê.
Xortê filistînî di êrîşa vê dawiyê ya hêzên siyonîst li Şerîeya Rojava ya çemê Urdinê de, di encama giraniya birînên xwe de şehîd bû.
Leşkerên siyonîst li navenda Şerîeya Rojavayê filistîniyek şehîd kirin.
Hêzên berxwedanê yên filistînî duh berêvarê li Nablusê leşkerên siyonîst dan ber gullan.
Artêşa Îsraîlê ragihand ku ji bo sekinîna li ber operasyon û liv û tevgerên filistîniyan li Şerîeya Rojava, bona cara ewil biryara bikaranîna balafirên bêmirov daye.