Rayedarên parêzgeha Farsê şehîdbûna 15 kesan di encama êrîşa terorîstî ya li ser mezargeha pîroz a Şahçerax a bajarê Şîrazê pişt rastkirin.
Serokê Rêxistina Enêrjiya Atomê ya Îranê tekez kir: Teknolojiya navokî di warên cûr bi cûr da tê bikaranîn û yek ji van waran tîrêjdana bo berhemên cûr bi cûr e.
Serokê navenda birêvebirina qeyrana Kîşê got: “Heta niha ti ziyanek ji erdheja bi pileya 5.6 richterî ya bajarê Bender Çarkê li vê giravê nehatiye ragihandin.”
Serokê Federasiyona Bedmîntonê ya Îranê got: 15 welatan amadetiya xwe ji bo beşdariya di dora sîyem a Pêşbirkên navneteweyî yên Bedmîntona Fecrê li Şîrazê ragihandiye.
Bi boneya rêzgirtina Roja Hazifê Şîrazî, navenda Îrannasiyê ya zanîngehên Ukraynê û Zanîngeha El-Zehrayê bi hevkariya Balyozxaneya Îranê li Ukraynê, civîneke mecazî li dar xistin.
Roja 20ê meha Mêhrê di salnameya Îranê da bi navê mezinmêrê helbest û wêjeya parsî, Xoce Şems ul-dîn Muhemed, Hafizê Şîrazî, hatiye binavkirin.
Xatemkarî hunera xemilandin an nixûmandina asta darê an mîsê bi sêgûşeyên biçûk bi awayekî muzayîkî ye.
Diyardeya stêrknasiyê ya Heyva Şîn demekê diqewime ku di heyama sê mehan da yanî di demsalekê da dewsa sê caran, çar caran heyva Çardeşevî were dîtin. Di vê rewşê da ji sêyemîn Heyva Çardeşevî di heyama demsalekê da Heyva Şîn tê gotin.
Yasimen Yezdanî, tenîsbaza Şîrazî di Şampiyoniya Tenîsê ya Cîhanî ya di bin 18 saliyê de li Şîrazê li naverasta Îranê, li hemberê hevrika xwe ya beljîkî serket û di lîsteya fînalê cih girt.
Fermandarê Hêza deryayî ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî destnîşan kir: Sipah û Artêşa Komara Îslamî ya Îranê bi xurtî tevgerên dijmin li Kendava Farsê dişopînin.