Di encama bombebarana cihê mayîna awareyên filistînî li Zîvala Xezzeyê da, 15 kes şehîd bûn.
Samî Ebû Zehrî ji endamên payebilind ên Hemasê got, Şer tekane bijardeya me ya li hember Rejîma Siyonîst e.
Belavoka amerîkî ya 'Foreign Policy' aşkira kir ku, Îsraîlê ji bo şerê Xezze û Libnanê 66 miliyar dolar xerc kiriye.
Yehya Serî' Berdevkê Hêzên Çekdar ên Yemenê qala êrîşa bi mûşek û xwefirran ser Til Avîv û Eylatê li Erdên Dagirbûyî yên Filistînê kir.
Receb Teyyîb Erdogan Serokkomarê Tirkiyê ji ber berçavnegirtina cinayetên Rejîma Siyonîst, rexne li welatên rojavayî girt.
'Antonio Guterres' Sekreterê Giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) di salvegera yekem a Operasyona Bahoza Eqsayê da got, Niha dema bêdengkirina çekan li Rojhilata Navînê ye.
Çavkaniyên nûçeyan qala dewama êrîşên Rejîma Siyonîst ser taxên Zahiyeya Beyrûtê kirin.
Sibe yanî Duşemiyê destdirêjiya Rejîma Siyonîst ser Zîvala Xezzeyê derbasî salvegera yekem dibe û êrîşên vê rejîmê hema wisa berdewam in.
Nivîsgeha Ragihandina Hikûmî li Xezzeyê tevî şermezarkirina jenosayda Rejîma Siyonîst li Zîvala Xezzeyê ragihand, Divê civaka cîhanî xwînrijiya li Xezzeyê rawestîne.
Benyamîn Netanyahû Serokwezîrê Rejîma Siyonîst bi tundî pêşniyara Emmanuel Macron Serokkomarê Fransayê ya rawestandina şandina çekan bo vê rejîmê rexne kir.