Berdevkê Hêzên Berevanê Aştiyê yên NY li başûrê Libnanê(UNIFIL) ragihand artêşa Rejîma Siyonîst bi qest van hêzane dike hedef.
Komîserê mafên mirovan ê NY pêhişyarî da Rejîma Siyonîst ku her veguhestin yan koçberkirina berfireh a bi darê zorê ya bo derveyî bakûrê Xezzê, cinayeta cengê ye.
Wezîrê karên derve yê Komara Îslamiya Îranê got: Yehya Sênwar, ji mirinê neditirsiya belke li Xezzê li dû şehadetê bû. Ev bi wêrektî heta dawiya emrê xwe di qada şêrr da bû.
Sersekreterê Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê ji ber şehadeta Yehya Sênwar, serokê polîtboroya Hemasê, sersaxî da.
Xelîl El Heye, cîgirê polîtboroya Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (Hemas) , nûçeya şehadeta Yehya Îbrahîm Sênwar, serokê polîtboroya vê tevgerê piştrast kir û ragihand ku riya wî berdewam e.
Raportera NY di beşa Mafên Mirovan li erdên dagirbûyî yên Filistînê bal kişand ser piştgiriya welatên rojavayî ji cinayetên Rejîma Siyonîst û şerê jînosaydê ya vê rejîmê li zîvala Xezeyê, dawiya pergal û rêkûpêkiya cîhanî da zanîn.
Raporek li ser dewama êrîşên Rejîma Siyonîst ser Zîvala Xezzeyê.
Endamê payebilind ê Hemasê, Amerîka, Alman û Îngilîsê ji ber piştgîriya leşkerî û siyasî ji Rejîma Siyonîst berpirsên cinayetên li Xezzeyê dan zanîn.
Hizbullaha Libnanê di operasiyona xwe ya îro dijî Rejîma Siyonîst da, basa mûşekbarana bakûrê Filistîna Dagirkirî kir.
Wezareta tendirustiya Filistînê li amara xwe ya herî nû da ragihand ku ji 7’ê Cotmeha 2023’an ve heta nika 42 hezar û 603 welatiyên filistînî li Zîvala Xezzeyê şehîd bûne.