Iraq li ber komploya navçeyî ya Amerîkî-Îsraîlî ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i354849-iraq_li_ber_komploya_navçeyî_ya_amerîkî_Îsraîlî_ye
Yek ji rêberên hevpeymaniya Dewleta Qanûnê ya Iraqê, tevî hişyariya derbarê metirsiyên hebûna leşkerî ya Amerîkî ya berdewam li Iraqê ragihand ku xwîna şehîd Qasim Silêymanî û Ebû Mehdî el-Muhendis dê neyê binpêkirin.
(last modified 2025-05-26T11:39:27+00:00 )
May 26, 2025 17:55 Asia/Tehran
  • Iraq li ber komploya navçeyî ya Amerîkî-Îsraîlî ye

Yek ji rêberên hevpeymaniya Dewleta Qanûnê ya Iraqê, tevî hişyariya derbarê metirsiyên hebûna leşkerî ya Amerîkî ya berdewam li Iraqê ragihand ku xwîna şehîd Qasim Silêymanî û Ebû Mehdî el-Muhendis dê neyê binpêkirin.

Amel El-Dîn El-Her, yek ji serokên hevpeymaniya Dewleta Qanûnê ya Iraqê, îro li ser  metirsiyên hebûna leşkerî ya Amerîkî ya berdewam li Iraqê hişyarî da û got ku hebûna leşkerî ya Amerîkî ya berdewam li Iraqê gefek rasterast e û nîşana van komployan e ku li dijî Iraq û herêmê hatine amadekirin e.

El-Her tekez kir: Hebûna meqerên  pêşketî yên Amerîkayê li Iraqê  nîşana  xetera rastîn û komployên Amerîkayê jibo pêkanîna nearamiyê li Iraqê ye.

amerîkî ne pabendî qanûnên Iraqê ne û bi eşkereyî bi rejîma Siyonîst re hewaheng in.

El-Her tekez kir: Amerîka û Rejîma Siyonîst dixwazin tevahiya herêmê ji nav bibin û Iraq ji van planan  dûr nîne.