Hêzên Colanî ji bo azadkirina 3 ciwanên kurd bacê dixwazin
Mijdar 06, 2025 18:30 Asia/Tehran
Hêzên ser bi Colanî ji bo azadkirina 3 ciwanên kurd ên ji Kobanîyê, 20 hezar dolar ji bo her kesî ji malbata wan xwestine.
Zêrevana Mafên Merivan a Sûrîyê ragihand ku ew 3 birayên kurd yên ji Kobanîyê 3 mehan berî nika li Helebê hatine revandin. Çavkanîyên xwecî ragihandin ku komên Hemzat u Emşatê ser bi hikûmeta demkî ya Sûrîyê bi caran bi desteserkirin u bêseruşûnkirina ciwanên kurd hatine tawanbarkirin.
Hêzên Colanî vê dawîyê 2 ciwanên din li Taxa Şêx Meqsûd a Helebê desteser kirine ku ti agahîyek derbara çarenûsa wan da tineye.