Divê lêzanînên daişî`yên Kempa Holê ji bo zelalkirina cinayetên vê komê li Iraqê werin bikaranîn
Parlimanterekî iraqî tekez kir ku pêwîst e hin dosîyên emnî yên vî welatî bi sûdwergirtina ji lêzanînên di destê terorîstên ku ji Sûrîyê tên vegerandin werin çareserkirin.
Muxtar Mûsewî endamê parlimana Iraqê pêgirî kir ku vegerandina terorîstan ji Sûrîyê ji bo mehkemekirina wan li Iraqê û bideestxistina lêzanîna derbarqa cinayetên DAIŞê li Iraqê zef girîng e. Wî herwiha got: Terorîstên daiş`î yên li Kempa Holê gellek lêzanîn derbara gornnê komkî da hene û em dikarin ji wan lêzanîna bo peydakirina gorîyên cinayetên DAIŞê u hin dosîyên din sûdê wergirin. Çarenûsa sedî 70yê bêseruşûbûyîyên li deverên ku ji destê DAIŞê li Iraqê hatine azadkirin, hê ne dîyar e.
Dezgeha Istixbaratê ya Iraqê ragihand ku 47 daiş`îyên firansî ji Sûrîyê bo Iraqê ji bo mehkemekirinê ji bakur- rojhilata Sûrîyê hatin veguhestin. Destê wan di hin teror û kiryarên têkderane da hebû.