Nerazîbûna gelê Suweydayê himber şîdetê
Tebax 17, 2025 22:39 Asia/Tehran
Niştecîyên gund û bajarokên curbicur ên şarê Suweydayê bi kombûneke berfire nerazîbûna xwe himber şîdet û êrişên bi çekan nîşan dan.
Nerazîyan xwestin ku dorpêç bên rakirin, rê bên vekirin, azadî û ewlehîya merivan di hatin û çûyînê da were garantîkirin û ew xwe bêyî destwerdana hikûşmeta demkî çarenûsa xwe dîyar bikin.
Xwenîşanderan herwiha hikûmeta demkî ya Colanî dan ber rexneyan û pêgirî kirin ku gellek gundên Suweydayê bûne armanca şîdet û wêranîyê û nika gel di nav dorpêçê û rewşeke gellekî zehmet da dijîn.