Dêrezor- Şerê giran di navbera hêzên Colanî û HSDê da
Çavkanîyên sûrî ragihandin ku di navbera Hêzên Sûrîya Demokiratîk (HSD) û hêzên Colanî da şerekî giran li derdora Dêre Zorê derket.
Pevçûnnê giran ên di navbera HSDê û hêzên Colanî da li şarê Geranîc ser bi Dêre Zorê didomin. Her du alîyan di van pevçûnan da çekên nîvgiran ji wan reşaşe û RPG bi kar anîn. Di êrişan da bi dehan welatîyên sivîl hatin desteserkirin û fermanderekî HSDê di encama êrişa bi xwofirrê li şarê Tebqayê hat kuştin. Dema hêzên leşkerî yên piştevan li tûşka çemê Firatê û derdora Hesekê bi cih bûn, ev pevçûn derketin û tirsa vê yekê heye ku pevçûn bipekin navçeyên din ên bakur- rojhilata Sûrîyê jî. Herwiha dilnigeranîya derheq tundbûna pevçûnan û veguherîna wan bo şerekî berfire ku Tirkîye û Rejîma Sîyonîst jî bikevin dewrê û di encamê da istiqrara herêmê têk here, her ku diçe zêde dibe.
Ji hêla din va, Tirkîye pêgirîyê dike ku pêwîst e hêzên kurd li bakura Sûrîyê nemînin û ragihandîye ku heke HSDê çekan radest neke, bi hevahengîya tev Şamê yê ji bo operasyona leşkerî amade bibe. Di vî halî da çavkanîyên emnî ragihandin ku hêzên Colanî dil hene ji bo derxistina parêzgehên Reqqa û Dêre Zorê ji kontrola HSDê operasyoneek berfire destpê bikin. Ev alugur di halekî da ne ku gotûbêjên ji bo tevlîkirina HSDê di nav hêzên artêşa hikûmeta demkî ya Sûrîyê da ku bi piştgirîya Amerîkayê destpê bibûn, asê bûne.