Hezîran 01, 2025 18:45 Asia/Tehran
  • Kempa Holê mijara muzakireya HSD û HTŞ`ê

Taxima bakûr û rojhilatê Sûriyê ku duh derbasî Şama paytexta Sûriyê bibû bi awayeka fermî bi rayedarên hikûmeta demkî ya Şamê re hevdîtin pêk anî.

Ev hevdîtina di çarçoveya cihanîna xalên hevhatina 10`ê Adarê ku di navbera serfermandeyê hêzên Sûriyeya Demokratîk(HSD) û hikûmeta demkî ya Şamê de hate wajokirin, cih hat. Hefteya buhurî taxima Şamê seredana Kempa Holê kiribû. Piştî wê gelek gotegot li ser wiya ku hikûmeta Şamê wê kontrola Kempa Holê bigire destê xwe, hatin weşandin. Eva di halekî da ye ku Şêxmûs Ehmed, alîkarê Dayireya Karûbarên Penaberan a Rêveberiya Demokratîk a Bakûr û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku sefera taxima hikûmeta demkî ya Şamê li Kempa Holê, tenê ji bo amadekirina rêbazekê ji bo vegerandina girtiyên sûrî bûye û rêveberiya Kempa Holê dîsan jî wê di bin kontrola dayireya xwerêvebir de bimîne.

Serepeyv