Kurdên Sûriyê: Em ê tenê bi hevhatina bi Şamê re çekan daynin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i354524-kurdên_sûriyê_em_ê_tenê_bi_hevhatina_bi_Şamê_re_çekan_daynin
Serokê Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kurdên Sûriyê(PYD) ragihand ku Kurd ê tenê bi hevhatina bi Şamê re çekan daynin ne ser daxwaza û zexta Tirkiyê.
(last modified 2025-05-04T17:02:40+00:00 )
May 04, 2025 11:45 Asia/Tehran
  • Kurdên Sûriyê: Em ê tenê bi hevhatina bi Şamê re çekan daynin

Serokê Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kurdên Sûriyê(PYD) ragihand ku Kurd ê tenê bi hevhatina bi Şamê re çekan daynin ne ser daxwaza û zexta Tirkiyê.

Salih Muslim daxwaza hikûmeteka hemûalî di çarçoveya yekperçetiya axa Sûriyê kir û dijî bihêzbûna Tirkiyê û komên wek HTŞ`ê li Sûriyê derket. Salih Muslim têkiliya bi PKK`ê re red kir û got: Tirkiye me tawanbar dike ku têkiliya me bi PKK`ê re heye lê eva nerast e. Salih Muslim got: Hîna li hin navçeyên Sûriyê bi taybet li Idlibê û navçeyên di bin kontrola Tirkiyê de paşamaiyên DAIŞ`ê hene û tenê navê xwe guherîne. Wî Colanî yek ji endamên berê yên DAIŞ`ê da zanîn.