Adar 11, 2025 16:22 Asia/Tehran

Cinayetên komên çekdar li bajarên curbicur ên Sûriyê didomin ku di encama wan cinayetan de heta nika zêde ji hezar kes hatine kuştin.

Di van rojên dawiyê de navçeyên perravî yên Sûriyê bûn şahidê zêdebûna kêşe û pevçûnên bixwîn di navbera hêzên ewlehiyê yên hikûmeta nû ya Şamê ya bi serokatiya Colanî û dijberên siyasetên wî û di encama 40 êrişên ji bo komkujiyên ku bi destê kesên çekdar li Perrava Sûriyê de cih hatine de bi hezaran kesên sivîl hatine kuştin.

Zêdebûna hêrsbûna gelanî di asta navnetewî de dijî cinayetên Colanî derheq Elewiyan di rojên derbasbûyî de bûye sedem desthilatdarên Sûriyê li dû komkirina meytên goriyan ji gund û bajarên vî welatî û veguhestina wan bo cihên nediyar bin.

Nivîsgeha Mafên Mirovan a NY ragihandiye gelek ji kuştiyên li Perrava Sûriyê jin û zarok in. Para zêde ya gund û bajarokên Elewiyên li Perrava Sûriyê, vala bûne. Sersekreterê NY ji bilî diyarkirina dilnîgeraniya ji ber giranbûna şidetan li Sûriyê, daxwaza hewldana ji bo parastina canê sivîlan kir. Antoniyo Gotrêş gotiye divê xwînrijandina li Sûriyê demlidest were sekinandin û divê sebeb

Serepeyv