Komkujiya xelkê ji aliyê Colanî ve
Zêde ji 500 kesên sivîl di komkujî û îdamkirinên li qadan de li Sûriyê hatine kuştin.
Ji roja Pêncşemiyê ve pevçûnên giran li rojavaya Sûriyê bi taybet li parêzgehên Laziqiye û Tertûsê destpê bûne û 532 kes ji eşîra Elewî ji aliyê hêzên ser bi hikûmeta demkî ya Sûriyê ve hatine kuştin. Hêzên Colanî hîna jî sivîlên li Sûriyê dikujin. Ajansên nûçeyan basa berfirehbûna kuştina sivîlan û kaşbûna wan ber bi dorhêla Hemayê û hinek gundên dorhêla Humsê û şewitandina malên Elewiyan ji aliyê hêzên Colanî ve dikin.
Hêzên ser bi Colanî ve bona jinavbirina şûnewarên cinayetên xwe, meytên goriyan li Perrava Sûriyê dişewitînin.
Di eynî demê de Mezlûm Ebdî, fermandê hêzên Sûriyeya Demokratîk HSD li hember komkujiyên ji aliyê hêzên ser bi Colanî ve bertek nîşan daye û gotiye: Komên ku Tirkiye piştgîriyê dide wan û tundrê, berpirsên komkujiyan in. Komên ser bi Tirkiyê ve di pileya yekê de destê wan di van teror û kuştinan de heye. Tirkiye ji bilî piştgîriya ji Colanî û şandina leşkeran ji derbasgeha Bab El Hewayê ji bo serkutkirin û kuştina Elewiyên Sûriyê, di nav Tirkiyê de pêşiya piştgîriya ji elewiyan û xwenîşandana dijî hikûmeta Colanî digire û walîtiya navçeya Şîşlî ya Stenbolê jî ragihand her kombûn û xwenîşandanek di vê navçeyê de ku balyozxaneya Sûriyê tê de ye, ji bo sê rojan qedexe ye.