Giranbûna pevçûnên eşîrtiyê li navçeyên curbicur ên Sûriyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i353660-giranbûna_pevçûnên_eşîrtiyê_li_navçeyên_curbicur_ên_sûriyê
Pevçûnên çekdariyê ên bi top û tankan di navbera hêzên ewlehiya giştî ya hikûmeta demkî ya Colanî û komên herêmî yên çekdar li dorhêla bakûr a Derayê bajarê Senemêynê derketine.
(last modified 2025-05-04T17:02:40+00:00 )
Adar 05, 2025 14:32 Asia/Tehran
  • Giranbûna pevçûnên eşîrtiyê li navçeyên curbicur ên Sûriyê

Pevçûnên çekdariyê ên bi top û tankan di navbera hêzên ewlehiya giştî ya hikûmeta demkî ya Colanî û komên herêmî yên çekdar li dorhêla bakûr a Derayê bajarê Senemêynê derketine.

Li gorî rapora medyayên sûrî ji vê sibê Çarşemiyê ve, dewreka nû ya pevçûnên eşîrtiyê di navbera hêzên ewlehiya giştî ya hikûmeta demkî ya Colanî û komên herêmî yên çekdar de derketiye.

Nûçegîhanên herêmî ragihandine ev pevçûnên eşîrtî  û çekdariyê  ên bi top û tankan li dorhêla bakûr a Derayê bajarê Senemêynê destpê bûne û hêzên çekdar ên her du aliyan di kolanên Senemêynê de hevdu dikin hedef. 

Li gorî gotina karzanên siyasî, ev pevçûnên eşîrtiyê, di navbera hêzên hikûmeta demkî ya Colanî û kom û eşîrên ku destpêkê hevgirtiyê HTŞ`ê bûne yan piştî çend mehan nêtên weşartî yên hikûmeta demkî ya Colanî zanîne de, derbasî qonaxeka nû bûne û ev pevçûn roj bi rojê girantir dibin.