Sibat 27, 2025 17:12 Asia/Tehran
  • Hêzên HSDê bêyî garantî tevlî artêşa Sûriyê nabin

Salih Muslim, yek ji endamên Encumena PYDê ragihand ku hêzên HSDê amade ne tevlî artêşa nû ya Sûriyê bibin lê bêyî garantî dê teslîmî hikûmeta nû ya Sûriyê nebin.

Salih Muslim tekez  kir ku wan ji bo berevaniya li xwe çek hilgirtine û heta ku ev gef dewam bike, dê çekên xwe daneyinin. Salih Muslim her wiha Tirkiye bi destwerdana di nava karûbarên Sûriyê de tawanbar kir û got: Tirkiye  li Sûriyê destwerdanê dike û gelê Sûriyê vê yekê qebûl nake.

Wî destnîşan kir helbet divê hikûmeta demkî ya Şamê bizane ku kom, partî û qewm û etnîkên derveyî HTŞ li hev kirine ku çekên xwe daynanin heta ku   garantî neyên dayîn û êrişên Tirkiye û Îsraîlê ser axa Sûriyê û bêdengiya hikûmeta demkî vê rastiyê îspat dike ku ev hikûmeta demkî nikare ewlehiya gelê Sûriyê dabîn bike.

Serepeyv