Hejmara kuştiyên şerrê Tirkiye û HSD`ê jorda çû
Ji destpêka meha Kanûnê ve heta nika 458 çekdarên ser bi Tirkiyê bi destê Hêzên Sûriyeya Demokratîk(HSD) ve hatine kuştin û li hemberî vê jî 55 kesên sivîl û 90 endamên HSD`ê jî hatine kuştin.
Hêzên HSD`ê çend êrişên bi xwefiran li mêhwerên curbicur ên li Dêr Hafirê cih anîne ku di encama van êrişan de çekdarek hatiye kuştin û tirombîleka leşkerî hatiye rûxandin. Herwiha di encama pevçûna li bendava Tişrînê de 4 çekdar hatine kuştin û sê kesên din jî birîndar bûne û li Qereqozaqê jî 10 çekdar hatine kuştin û zêde ji 15 kesn birîndar bûne. Di eynî demê de hêzên dagirkir ên Rejîma Siyonîst di dewama destdirêjiyên xwe ser axa Sûriyê de derbasî gundê Eyn Nûriyê li bakûr rojhilatê rîfa Quneyterê bûne. Bi ketina hêzên dagirkir nav hinek ji navçeyan li Sûriyê û zêdebûna geştên leşkerên îsraîlî di van navçeyan de, tirs û bêewlehîtî ketiye nav welatiyên sûrî.
Çavkaniyên nûçeyan basa dewama êrişa koma çekdar a HTŞ`ê ser axa Libnanê kirin. Di encama pevçûnên bi çek ên di navbera eşîrên Libnanê û çekdarên Sûriyê li navçeyên sînûrî yên di navbera du welatan de jî çekdarên sûrî yên ser bi HTŞ`ê ji roja Şemiyê ve çend êrişên bi hawanan ser navçeya Hermelê li axa Libnanê cih anîn.
Ji hêla din ve Cozêf Own, serokomarê Libnanê, ferman daye fermandetiya artêşa vî welatî ku yekîneyên leşkerî yên li sînorên bakûr û rojhilat, ku bersiva êrişên ku li axa Sûriyê gefê li Libnanê dixwun bidin.