Tekezya HSD ser parastina yekperçetiya Sûriyê
Fermandê Hêzên Sûriya Demokratîk derbarê amadebûna van hêzan ji bo tevlîbûna nav Wezareta Berevaniya Sûriyê û beşdariya di stratejiya berevaniya vî welatî agahî da.
Mezlûm Kobanî di hevpeyvînekê de wek berteka li himberî civîna vê dawiyê ya komên sûrî li Şamê û hilbijartina El-Colanî wek serokê dewra veguhêz a Sûriyê got: Em beşdarî vê civînê nebûn û em ê li ser wê neaxivin. Emê berdewam hewil bidin bizanibin ku gelo dê Sûriya pêşerojê da çawa be.
Mezlûm Ebdî derbarê paşeroja Sûriyê tekezî li ser yekrêziya Sûriyê kir û ragihand, nêrîna me ew e ku Sûriye welatekî demokratîk be û têde mafên hemû pêkhateyan were parastin.
Fermandê HSD her wiha got: Kurdên Sûriyê li dû cudaxwaziyê û pêkanîna hikûmet û parlemana serbixwe nînin û xelkê bakurê rojhilatê Sûriyê jî dixwazin di çarçoveya hikûmeta navendî de karûbarên xwe yên navxweyî birêve bibin.