8 mîlîtanên ser bi Tirkiyê li pira QereQozaqê hatin kuştin
Çile 27, 2025 18:30 Asia/Tehran
Hêzên Sûriyeya Demokratîk, derbarê kuştina heşt kes ji mîlîtanên ser bi Tirkiyê ji wan fermnadeyekî, li encama şer û pevçûnên bereya pira Qereqozaqê agahî da.
Navenda Ragihandinê ya HSD ragihand ku li bersiva hêzên vê komê bo êrişên mîlîtanên ser bi Tirkiyê li bereya Pira Qereqozaqê, 8 mîlîtan ji wan fermandeyê van mîlîtanan hatin kuştin.
Di berdewamiya daxûyaniya HSD de hatiye ku balafirên şer ên hikûmetaTirkiyê gundên Hesekê, Melhe, Ebû Qelqel û Şebaniyê bombebaran kirin. Li gundê Bîr Heso jî 2 êriş pêk anîn. Her wiha artêşa Tirkiyê û mîlîtanên girêdayî wê bi top û hawanan tevahiya xeta bereya QereQozaqê bê armanc û bênavber bombebaran kirin.