Êrişên nû yên Tirkiyê ser Minbicê li bakurê Sûriyê
Çile 13, 2025 16:20 Asia/Tehran
Çavkaniyên nûçeyan derbarê êrişê hewayî yên nû yên Tirkiyê ser bakurê Sûriyê û şer û pevçûnên giran di navbera hêzên HSD û mîlîtanên girêdayî Enqerê li Minbicê agahî dan.
Çavkaniyên hanê ragehandin ku balefirên şer yên Tirkiyê bo cara duyemîn li dû hev navendên girêdayî HSD'ê yên li derdora bendava Tişrîn a herêma Minbicê li rojhilatê Helebê li bakurê Sûriyê kirin hedef.
Li aliyê din ve van çavkaniyan bal kişandin ser şer û pevçûnên giran li vê herêmê ku di navbera hêzên HSD’ê yên girêdayî Amerîkayê û hêzên girêdayî Tirkiyê de berdewam dikin. Ji 8ê Kanûnê ve, piştî hilweşyana hikûmeta Sûriyê û bi desthilatbûna HTŞ li Şamê, êrişên Tirkiyê û hêzên wê ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde bûne.