Ketina leşkerên israyîlî nav navçeyeka din a başûrê Sûriyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i352897-ketina_leşkerên_israyîlî_nav_navçeyeka_din_a_başûrê_sûriyê
Medyayên sûrî basa ketina artêşa dagirkir a Rejîma Siyonîst nav navçeya El Mueleqê li derdora Quneyterê li başûrê Sûriyê kirin.
(last modified 2025-01-11T12:06:42+00:00 )
Çile 11, 2025 15:56 Asia/Tehran
  • Ketina leşkerên israyîlî nav navçeyeka din a başûrê Sûriyê

Medyayên sûrî basa ketina artêşa dagirkir a Rejîma Siyonîst nav navçeya El Mueleqê li derdora Quneyterê li başûrê Sûriyê kirin.

Di halekî da ku artêşa rejîma Dagirkir ji 8`ê Îlona buhurî ve û li dû têkçûna hikûmeta Sûriyê, dagirkirina pişkeka berfireh a axa Sûriyê destpê kiriye. Çavkaniyên sûrî ragihandin artêşa Îsraîlê di dewama dagirkiriya xwe ya li Sûriyê da navçeyeka din a li derdora Quneyterê dagîr kiriye û liv û tevgerên leşkerên Siyonîst di vê navçeyê da giran bûne.

Berpirs û rayedarên xwecihî li navçeya El Mueleqeyê ji civaka cîhanî xwestin karên lezgîn ji bo sekinandina pêşveçûnên artêşa rejîma dagirkir a Îsraîlê li Sûriyê destpê bikin.

Di van hefteyên dawiyê de êriş û destdirêjiya artêşa Tirkiyê û artêşa dagirkir a Îsraîlê ser axa Sûriyê giran bûne.