Çile 07, 2025 20:28 Asia/Tehran

Piştî bangewaziyên HSD`ê ji bo sekinîna li hember êrişên Tirkiyê li bakûr û rojhilatê Sûriyê, hin karên nû yên ewlehiyê wekî xurtkirina xalên lêgerînê li van navçeyan hatine kirin û hevgavê dewama êrişên Tirkiyê û çekdaran ser dorhêla Kobanî û Minbicê, hêzên HSD`ê bi operasiyonên hewayî derbeyên giran li alavên leşkerî yên çekdaran xistine.

Artêşa Tirkiyê û komên ser bi wê ve êrişên xwe ser navçeyên bakûrê bendava Tişrînê û gundên rojhilat û başûr rojhilatê Minbicê didomînin. Tirkiye balafirên nasînê û topxaneyan ji bo piştevanîkirina komên çekdaar bi kar tîne. Xwefireka artêşa Tirkiyê maleka xelktêde li bajarê Cerniyê da ber bombeyan. Hêzên HSD`ê jî wek berteka li hember êrişên artêşa Tirkiyê û komên ser bi wê ve li navçeyên bakûr û rojhilatê Sûriyê, hinek êrişên deqîq û biarmanc  dijî van koman cih anîne ku di encama wan êrişan de alavên leşkerî ji nav çûne û bi dehan çekdar jî hatine kuştin. Di encama giranbûna pevçûnên di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk(HSD) û komên çekdar ên sûrî ku Tirkiye piştgîriyê dide wan de, tenê di du rojan de zêde ji 100 kes hatine kuştin. Ev pevçûn derdora Bendava Tişrînê û navçeya Serêkaniyê diqewimin.

Tirkiye her cure hebûna serbixwe ya Kurdan li ser sînorên xwe yên başûr, gefeka giran ji bo ewlehiya xwe ya netewî dizane. Erdogan piştî civîna kabîneya Tirkiyê li Enqerê gef xweriye ku eger hesta xeterê bike, wê operasiyoneka nû ya dervesînorî dijî komên Kurd ên li Sûriyê cih bîne.

Tirkiye heta nika çend êriş ser bakûrê Sûriyê cih anîne û berî nika jî hin pêhişyariyên wek wan dane.

Bajarê perravî yê Tertûs ê Sûriyê û dorhêla wê jî piştî zincîre êrişên komên çekdar di vê navçeyê da, bûye şahidê tiwdîrên giran ên ewlehiyê. Hin çavkaniyên sûrî jî ragihandin ku yek ji komên çekdar li Derayê, rêya ber bi derbasgeha sînorî ya bi Erdên Urdinê re bi keviran û şewitandina tekeran girêdaye. Ev liv û tevger li dû nakokî û pirsgirêkên di navbera serokên vê komê û rayedarên birêvebirê derbasgeha Nuseybê ji aliyê Sûriyê ve ku di destê Colanî da ne da qewimîne. Çekdarên li bajarê Soweydayê jî ji hêzên dayireya operasiyona leşkerî xwestin ku vegerin Şamê.

Serepeyv