Çile 03, 2025 20:15 Asia/Tehran

Ji duh êvarê ve heta niha li şeş bereyên derdora Minbicê şer di navbera HSD û mîlîtanên ser bi Tirkiyê ve berdewam e.

Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) îro ragihand ku 72 çekdarên  ser bi  Tirkiyê hatine kuştin.Hinek çavdêrên Sûrî dibêjin ku şer ne mumkin e nexşeya kontrola navçeyê biguherîne. Amerîkayê li navenda bajarê Kobanê baregeheke leşkerî ava kiriye û  Tirkiye hewl dide li aliyê rojavayê Çemê Firatê li nêzîkî Pira Qereqozaqê  baregeheke leşkerî çê bike.Ji ber vê yekê cudakirina hêlên navbera hêzên Tirkiyê û Amerîkayê diyar e.

Rewangeha Mafên Mirovan ya Sûriyê jî ragihandiye şer û pevçûn li başûr û rojhilatê Minbicê berdewam in û hêzên Tirkiyê li wê deverê bi xwefir  û topxana giran  dikin armanc.

Ji aliyê din ve, nakokî li navçeyên din ên Sûriyê berdewam in û Rêjîma Siyonîst êrişên xwe li Sûriyê didomîne û di dewra nû ya êrişên xwe yên destdirêjkirane de  êrişî fabrîqeyên pîşesaziya berevaniyê li parêzgeha Helebê û navendeke leşkerî li Rîfa Şamê kirin.

Artêşa Lubnanê di daxuyaniyekê de derbarê  pavçûna ser sînorê di navbera Lubnan û Sûriyê de agahî da û amaje bi wê yekê kir di encama gulebarana komên çekdar ên Sûriyê de, leşkerekî artêşa Lubnanê birîndar bûye.

Her wiha Wezîrên Derve yên Fransa û Almanyayê  Jan Noel Baro û Analêna Baêrbok îro Înê giheştin Şamê  ku li gel berpirsên Tîma  îdarekirina   Sûriyê re  hevdîtinê pêk bînin û bi Ebû Mihemed El-Colanî, fermandê şanda Tehrîr el-Şam  ra  hevdîtin pêk anîn.

 Wezîrê derve yê Fransayê piştî hevdîtina xwe gotiye: Fransa terorîzmê li Sûriyê qebûl nake û ji kurdan xwest ku çekên xwe radest bikin û tevlî demajoya  jiyana siyasî. ya  vî welatî bibin.

Serepeyv