Pêşdeçûna leşkerên siyonîst nav başûrê Sûriyê
Leşkerên Rejîma Siyonîst liv û tevgera xwe li Sûriyê didomînin.
Çavkaniyekî sûrî ragihandiye ku artêşa Rejîma Siyonîst 7 meqerên dayimî ji bo xwe li navçeya navbirr a li derdorên Şam, Dera û Quneyterê çêkirine.Leşkerên Rejîma Siyonîst dest bi lêgeriya hinek ji navend û malên nav bajêr kirine û hişyarî dane xelkê vî bajarî ku du sietan mecala wan heye ku çekên xwe radest bikin.Çavkaniyên nûçeyan herwiha derbarê derbasbûna leşkerên siyonîst nav bajarekî parêzgeha Quneyterê li başûrê Sûriyê agahî dan.Ji aliyê din ve, El-Meyadînê jî derbarê pevçûnên dubare li derdora bendava Teşrîn a Sûriyê di navbera hêzên HSDê û komên ser bi Tirkiyê agahî da. Çavkaniyeke sûrî jî ragihand, di encama êrişa topxaneyî ya hêzên Tirkiyê li derdora bendava Teşrînê, 5 leşkerên kurd hatine kuştin.Medyaya Sûriyê jî ragihand ku şandên Erebistan, Lubnan û Tirkiyê çûne Şamê ku bi Ebû Mihemed Colanî serkirdeyê HTŞ re li Sûriyê hevdîtinê pêk bînin. Lê tevî îdiayên komên dijber li Sûriyê derheq dabînkirina ewlehiya kêmîneyên mezhebî û etnîkî li Sûriyê, televîzyona El-Alemê ragihandiye ku li derdora bajarê Humsê, malên peyriwên Ehlî Beytê li vî bajarî ji aliyê çekdaran ve hatin şewitandin û mal û milkên wan jî hatine talankirin.Her wiha raporên curbicur derbarê revandin û bê ser û şûnbûna hejmarek ciwanan li vî bajarî hatine belavkirin û revîna welatiyên Sûriyê ji bajarên curbicur ên vî welatî ber bi welatên cîran û ji wan Lubnan di heyama çend rojên borî de sedî 70 zêde bûye.