Kanûn 21, 2024 17:53 Asia/Tehran
  • Senatorên amerîkî derbara êrişa ser kurdên Sûrîyê da Tirkîye hişyar kirin

Senatorekî amerîkî hişyarî da Serokomarê Tirkîyê ku heke êrişî kurdên bakura Sûrîyê bike, dê ji Kongirê bixwaze ku dijî Enqerê bikeve dewrê.

Can Kênêdî di axavtina xwe ya vê dawîyê da li Meclisa Sena ya Amerîkayê ber bi Erdogan got ku desta ji kurdan bikişîne. Desta ji şerê dijî kurdên Sûrîyê bikişîne. Wî got ku em di halekî da dilnigeranê êrişa berfire ya Tirkîyê ser Sûrîyê ne ku divê ew welata jinûve avakirina xwe dest pê bike.

Kênêdî Senatirê amerîkî ber bi Receb Teyyîb Erdogan Serokomarê Tirkîyê va got: Heke hûn êrişî Sûrîyê bikin û destê we bigihîje kurdan, ez dê ji Kongirê bixwazim ku dijî we hin pêngavan rake.

Sîyasetvanên pillebilind ên amerîkî di halekî da dilnigeranê êrişa Tirkîyê ser bakur- rojhilata Sûrîyê û kurdên vî welatî ne ku merîkayê zêde ji 2 hezar leşker li Sûrîyê hene û berî vîya jî dema êrişên Tirkîyê ser kurdên Sûrîyê, bi caran ew tenê hîştîye. 

Serepeyv