Colanî gef li HSD`ê xwer
Serkirdeyê HTŞ`ê, gef li çekdarên ser navê Hêzên Sûriyeya Demokratîk(HSD) ku Amerîka piştgîriya wan dike xwer ku wê êrişî wan bike.
Ebû Mihemed El Colanî, serkiredeyê HTŞ`ê ku xwe fermandê dayireya operasiyona leşkerî ya Sûriyê dide nasandin, di daxuyaniyekî da gef li HSD`ê xwer ku tenê du rê li ber wan hene hene, paşdavekişiyan yan operasiyona leşkerî ku wê ti yek ji we nehêle.
Ev gefa serkirdeyê HTŞ`ê dijî hêzên kurd ên Sûriyê di halekî da ye ku Mezlûm Ebdî, fermandê HSD`ê berî nika gotibû amade ye navçeyeka bêyî çek li bajarê Kobaniyê bi çavdêriya Amerîkayê pêk bîne.
Fermandê HSD`ê piştî giranbûna kêşeyên bi Tirkiyê re di tora civakî ya X`ê da nivîsî: Armanca ji vî karî çareserkirina dilnîgeraniyên ewlehiyê yên Tirkiyê û garantîkirina istiqrara navçê bi awayeka hertimî ye. Navçeya bakûr û bakûr rojhilata Sûriyê di van hefteyên buhurî da bûye şahidê pevçûnên di navbera HSD û komên çekdar ên ku Tirkiye piştgîriyê dide wan.